Hêzên Îranê li Bokemalê bersiv da êrîşên nenas

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku duh bi şev fuzeyên hêzên Îranê yên asmanî li nêzî Bokemal a li ser sînorê Sûriye-Iraqê êrîşên nenas rawestandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku fuzeyên Artêşa Pasdaran a Îranê duh bi şev li herêma Bokemal a rojhilatê bejahiya Dêrazorê ya li ser sînorê Sûriye-Iraqê, êrîşên nenas kirin armanc.

Heta vê kêliyê encamên bersivdayîna fuzeyên Îranê nehatine diyarkirin û dengê teqînê li herêmê nehatiye piştrastkirin.

Hêzên Îranê diyar kir ku di vê mehê de nuqteyên wan ên li Dêrazorê yên li ser sînorê Sûriye-Iraqê, ji aliyê derbeyên nenas ve bûn armanc û di encamê de nêzî 40 kes hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî, serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Mihdî biryara vekirina deriyê El-Qayim ê di navbera Sûriyê û Iraqê de erê kir.

 (eh)


Mijarên Din