‘Hêzên PDK’ê 3 gerîla şehîd xistin û cenazeyên wan revandin’

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartin çakvaniyeke herêmî, komek gerîlayên HPG’ê yên di gundê Kinek re derbas dibûn, piştî ku ji aliyê Lîwaya taybet ya “1” a hêzên PDK’ê ve bi çekên giran tên gulebarankirin, 3 gerîla şehîd dibin û cenazeyên wan ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên revandin.

Şeva 26’ê Tîrmehê komek gerîlayan ku ji qadekê derbasê qadek din a xwe dibin, li herêma Xelîfan a Biradostê ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên gulebarankirin.

Fermandarê Giştî yê hêzên Pêşmerge Cemal Mihemed Emînkî,  şeva 26’ê Tîrmehê îdîa kiribû ku komeke mezin a gerîla di navbera Xelîfan û Bexme de gule li hêzên wan reşandine.

Piştî daxuyaniyê gelek agahî derbarê bûyerê de hatin belavkirin ku daxuyaniya Fermandariya Pêşmergeyan derew derdixîne.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyeke herêmî girtine û agahiyên ku xelkê herêmê li ser medya mecazî belavkirine, komek gerîla ya tê gotin ji 6 kesan pêk tê, dema ji qadekê derbasê qadeke din a xwe dibin di derketina gundê Kinek re ji aliyê Lîwaya Taybet a “1” ya PDK’ê ve bi doçka û çekên giran tên gulebarankirin.

Çavkaniyê herêmî diyar kirin, di encama êrîşa hêzên PDK’ê de 3 gerîla şehîd dibin û cenaze jî li aliyê hêzên PDK’ê ve tên revandin.

Çakvaniyê herêmî têkildarî aqûbeta 3 gerîlayên din de diyar kir ku ji ber herêm li rojnamevanan û xelkê hatiye qedexekirin, kes nikare biçe herêmê û nayê zanîn çi bi serê 3 gerîlayên din hatiye.

HPG jî îro bi daxuyaniyekî ragihand, hevalên wan dema li ser erka xwe bûne û ji qadekê diçûn qadek din ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine dorpêçkirin û ji wê rojê ve agahî ji gerîlayên xwe nagirin. HPG’ê her wiha bang li PDK’ê kir ku aqûbeta gerîlayên wan eşkere bike û bêyî berovajîkirina rastiyê, raya giştî agahdar bike.

Xelîfan dikeve ser herêma Soran û girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye.


Mijarên Din