Hêzên Misir- Fransayê perwerdeya leşkerî li deryaya Spî kirin

Berdevkê Leşkerî yê Hêzên Misirê ragihand ku hêzên deryayî yên Misir û Fransayê di deryaya Spî de perwerde kirin.

Berdevkê Leşkerî yê Hêzên Misirê di daxuyaniyekê de got: "Di çarçoveya plana fermandariya giştî ya hêzên çekdar de ya ji bopêşxistina asta perwerdeyê û veguhestina pisportiyan bi hêzên çekdar ên dewletên bira û dost re, hêzên deryayî yên Misir û yên Fransayê perwerdeya leşkerî li deryaya Spî kirin."

Berdevkê leşkerî yê Hêzên Misirê destnîşan kir ku "Perwerde ji gelek çalakiyên xwedî taybetmendiyên profesyonel pêk hat; rêbazên organîzekirina hevkariyê di pêkanîna mîsyonên şerê deryayê de yên li dijî teşkîleyên deryayî yên dijber, bikaranîna rastîn a çekan di şer de, tevlî armancên erdê û hewayî."

Berdevk diyar kir ku perwerde di çarçoveya xurtkirina tevkariya di navbera hêzên çekdar ên Misirê û yên Fransayê de pêk hat. Da ku sîstem û rêbazên şer ên hev din nas bikin û destekê xebatên ewlehiya deryayî û armanî û aştiya deryaya Spî bikin.


Mijarên Din