Hêzên hikumeta Sûriyê û çete hev topbaran dikin

Îro di saetên sibê de li gundewarên Heleb û Hemayê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk digirin de, topbaran pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro di saetên sibê de hêzên hikumeta Sûriyê herêmên El-Eknawî, Qilêdîn, Qahîra ya Sehil El-Xab ên bakurê rojavayê Hemayê û Filêfil, El-Bara û Kinsefra yên gundewarên başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser bajarê Idlibê û gundewarên wê yên başûr geriyan.

Navendê destnîşan kir ku çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk digirin, êrişî navendên hêzên hikûmetê li eniya El-Tencera ya Sehil El-Xab kir û di encama wê de di navbera her du aliyan de şer derket û kuştî û birîndar çêbûn.

bx


Mijarên Din