Hêzên hikumeta Şamê bejahiyên Idlib û Hemayê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê îro 5 bajarokên li bejahiyên başûrê Idlibê û bajarokê Sermaniyê yê li bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê daxuyand ku hêzên hikumetê îr herêmên Fitêra, Kensefra, Sifohin, Filêfil û Bênîn ên bejahiya başûrê Idlibê û Sermaniyê yê li Sehil El-Xab ê bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin. lê tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketin.

SOHR’ê duh ragihandibû ku di encama teqîna mayînekê bi erebeya leşkerî li ser dordora Mîznazê ya li bejahiya rojavayê Helebê de, endamekî hêzên hikumetê hatiye qetilkirin.

Girêdayî mijarê, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şeva berê kombûna hêzên hikumetê li bejarokê Hezarîn û nuqteyên li Kefer Nibul ê bejahiya Idlibê hedef girtin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din