​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê 2 erebeyên dewleta Tirk li çiyayê Zawiyê hedef girtin

Îro hêzên hikumeta Şamê 2 erebeyên dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê hedef girtin û di encamê şer rû da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumetê îro 2 erebeyên hêzên dewleta Tirk ên li nêzî gundê Meizeraf ê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê hedef girtin. Di encamê de her du aliyan gule li hev reşandin. Lê tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketin.

Hêzên hikumetê îro 5 bajarokên li bejahiyên başûrê Idlibê û bejarokê Sermaniyê yê bakurê rojavayê Hemayê topbaran kirin.

(fr)


Mijarên Din