Hêzên Hikumetê sewqiyatên leşkerî li Deraayê bi cih dikin

Di demên dawîn de xwepêşandanên li parêzgeha Deraayê bi awayekî berbiçav berfireh bû û gihaşt herêmên gundewarên rojhilat û gelek bajarokên wê derketin da ku destekê bidin şêniyên rojavayê Horanê. Her wiha hêzên hikumetê sewqiyatên leşkerî li herêmê bi cih dikin.

Duh li bajarê Deraayê xwepêşandanek ji aliyê bi dehan ji nişteichên bajêr ve pêk hat. Xwepêşandan ji bo şermezarkirina kiriyarên hêzên hikumetê û ji bo piştgiriya bi gundewarên rojava re ku hêzên hikumetê sewqiyatên leşkerî û çekdarên alîgirê xwe li herêmê bi cih dikin da ku êriş bikin, pêk hat.

Li beramberî çi sewqiyatên hêzên hikumetê xwepêşandanên mezin û dijber têne lidarxistin ji ber hêzên hikumetê israr dikin ku çareseriyên leşkerî pêk bîne, gefên êrişên li ser herêmê berdewam in û wan gefan mîna ku çawa di demên berê de li Senemên pêk hat pêk bîne. Ev hemû jî di nava metirsiyên gel ên mezin de hatin ku şênî bi rasthatina hilweşîna berdewam a lîreya sûrî li qûta jiyanê digere.

Çavkaniyan piştrast kir ku ji bajarên Tefes, Mizêrîb û gundewarên din ên herêmê sivî ber bi herêmên dîtir ve koçber dibin.. Ev yek ji ber metirsiyên ku hêzên hikumetê gefên xwe pêk bînin û êrişî gundewarên rojavayê Deraayê  bikin, pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR) di 14`ê Gulanê de diyar kir ku hêzên hikumetê bicihkirina sewqiyatên leşkerî li parêzgeha Deraayê didomînin û qet guh nadin xwepêşandan û hêrsa gelêrî. Sewqiyatên leşkerî ber bi bajarê Ebte yê bakurê Deraayê ve hat şandin, karwaneke leşkerî ku ji alavên giran pêk dihat ber bi pira Xirbet Xezal ve hat şandin, her wiha karwaneke din a leşkerî derbasî herêma Panorama ya li Deraaya El-Meheta ya bajarê Deraayê bû. Li gorî çavkaniyan ji (SOHR)re destnîşan kir ku erebeyên leşkerî yên hêzên Rûsyayê bi karwanê dawîn  re hebûn.

Li parêzgeha Deraa ji destpêka kontrolkirina hêzên hikumetê ya beriya 2 salan ve rastî teqînan tê û di heman demê de jî leşkerên hikumetê û çeteyên berê yên alîgirê dewleta Tirk tên kuştin. Lê belê alozî beriya çend rojan ve zêde bû û 9 polîsên girêdayî hêzên hikumeta hatin kuştin û fermandarekî berê yên çeteyan ku 2 birayên wê bi destê hikumetê hatibûn kuştin, hat tewanbarkirin.

 

Dera bûbû navenda xwepêşanadanên li dijî hêzên hikumetê û ji 2011’an de xwepêşandanên hilweşandina rejîmê dest pê kirin. Ev herêm jî ya yekemîn e ku piştî hêzên hikumeta di Tîrmeha 2018’an de vegerandî çekdarên opozîsyonê jê bi der neketin.

Di 31’yê Tîrmeha borî de di navbera hêzên hikumet û çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirkiyê lihevkirinek bi sponseriya Rûsyayê pêk hat, naveroka wê jî; radestkirina çeteyan çêkên giran e, lê belê hejmare ji wan li herêmên xwe man û çekên sivik hiştin, her wiha hêzên hikumet li tevahî parêzgehên belav nebûn.


Mijarên Din