Hêzên hikumetê gundewarên Idlibê topbaran dikin

Balafirên keşfê li asmanê gundewarên bakur û rojavayê Hemayê digerin û hêzên hikumetê jî gundewarên başûrê Idlibê topbaran dikin. Artêşa Tirk nuqteyên nû ava dike û hejmara nuqteyên artêşa Tirk a dagirker gihaşt 60’î

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafirên keşfê li asmanê Sehil El-Xab ê li bakurê rojavayê gundewarên Hemayê digerin û hêzên hikumetê jî bi moşekan gundên Fîlfil û Sifûhin ên li başûrê gundewarên Idlibê topbaran dikin.

Duh li eniya Hezarîn a li başûrê gundewarên Idlibê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigirin de şer derket.

Têkildarî rewşa Idlibê 5’ê Adarê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hevpeymana agirbestê hate îmzekirin, lê tevî vê yekê hîn jî li Idlibê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e.

DEWLETA TIRK NUQTEYEKE NÛ AVA KIR

Artêşa Tirk a dagirker bi nave "nuqteyên çavdêriyê" nuqteyeke nû çêkir û SOHR`ê parve kir ku nuqteya nû li Til Nebî Eyûb ê li çiyayê Zawiyê yê li başûrê gundewarên Idlibê ye.

Herêma Til Nebî Eyûb bi stratejiya xwe tê naskirin.

SOHR’ê daxuyand ku hejmara nuqteyên Tirkiyê li Sûriyê gihaşt 60’î.

(eh)


Mijarên Din