Hêzên hikumetê gundê Tencera dîsa kontrol kir… 55 kuştî hene

Di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumetê de li herêma Hemayê şerekî dijwar rû da, di enacamê de îro hêzên hikumetê gundê Tencera vegerand û 19 çete û 36 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku piştî 24 saetan ku çeteyên dewleta Tirk ketin gundê Tencera, hêzên hikumetê gundê Tencera (Menara) ê li Sehil El-Xab a li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê careke din serwer kir.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumetê gelek caran hewl dida gund serwer bikin, lê hewldan bi bin diketin, paşê di saetên derengiya şevê de bi piştgiriya moşekan û bi dehan topavêjan gundê Tencera serwer kirin.

SOHR’ê encamên topbaranê tomar kirin û daxuyand ku herî kêm 36 hêzên hikumetê hatin kuştin, di heman demê de 19 çeteyên desteka xwe ji dewleta Tirk werdigirin jî hatin kuştin, lê muhtemel e hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber rewşa hin birîndaran xeternak e.

Têkildarî mijarê hêzên hikumetê bi moşekan herêmên li Mişêk, Mensûra, Enkawî yê li Sehil El-Xeb a li bakurê rojavayê Hemayê, Helûba, Keveriweyîd û Kensefra ya çiyayê Zawiyê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, duh êrişên xwe li gundê Tencera yê li Sehil Xab ê li gundewarên bakurê rojavayê Hemayê zêdetir kirin.

(eh)


Mijarên Din