Hêzên hikumetê başûrê Idlibê topbaran dikin

Li Idlibê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên dewleta Tirk de şer berdewam e. Hêzên hikumetê bi obusan başûrê Idlibê topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumetê bi obusan herêmên El-Fetîra û Sifohên ên li çiyayê El-Zawiya topbaran kirin lê nehat zanîn ka tu windahî hene yan na.

SOHR`ê duh çavdêriya topbarana hêzên hikumetê ya li ser Sifohên û Filêfil ên li başurê Idlibê û Afis a li rojhilata Idlibê kir. Di heman demê de, şer di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê de li ser eniya El-Ruweyha ya li gundewarên başûrê Idlibê rû da.

 


Mijarên Din