Hêzên Ewlekariya Hundirîn:Dewleta Tirk dixwaze li dijî gelê Sûriyê şerekî din bimeşîne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li herêma Firatê têkildarî belavbûna madeyên hişbir di nava ciwanan de hişyarî da û ragihand ku ev jî armanceke dewleta Tirk e û dixwaze li dijî gelê Sûriyê şerekî din bimeşîne.

Saziyên ewlekariyê yên li Kobanê hefteya derbasbûyî di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir" de madeyên hişbir şewitandin.Tê zanîn ku Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir 26 Hezîranê ye.

Made ji 61 km heşîşa zûha, 7 hezar û 150 hebên kaptagon, 30 derziyên tramadol, 40 hebên sodîfîs, 70 hebên hişbir, 100 g heşîşa bodra û 150 g bodra heroinê pêk dihat.

Endama Rêveberiya Beşa Têkoşîna li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya li herêma Firatê Silêman Hisê anî ziman ku saziyên ewlekariyê di mehên derbasbûyî de li herêmê derdora 50 ciwanên ku madeyên hişbir bi kar dianîn girt.

Silêman Hisê destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê bazirganên ku madeyên hişbir  ji herêmên dagirkirî çi Carablus, Ezaz be yan jî ji  Girê Spî be derbasî herêma Firatê û herêma Minbicê dikirin, girt.

Li gorî daneyan herî zêde ciwan dibin armanc nexasim ên temenê wan di navbera 15 û 22 salan de be, li gel vê yekê made bê pere li ciwanan tê belavkirin û piştî fêr bû, êdî bi xwe madeyên pir dikirin.

Desteya Hundirîn a Herêmê beriya niha li ser zimanê cigirê hevserokatiyê Xelîl Îsmaîl ragihand ku di aliyê belavbûna madeyên hişbir de hişyar bin û got:"Heşîş û hebên hişbir ji çekên ku dijmin ji bo jihevxistina civaka herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne."

Têkoşîna li Dijî Sûcên Rêxistinkirî diyar kir ku dewleta Tirk ev çend sal in hewldana belavkirina madeyên hişbir di nava ciwanan de dike. Di vê der barê Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Sûcên Rêxistinkirî bi hevkariya Desteya Tenduristiyê dest bi hemleyên hişyarkirinê kirin û bi hêzên ewlekariyê re bûn alîkar, lewma li herêmê beramberî salên derbasbûyî madeyên hişbir kêm bûye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din