Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişlo daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku di teqîna li taxa Erbewî ya bajarê Qamişlo de endamekî wan şehîd bû û 2 kesên din birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna li taxa Erbewî ya bajarê Qamişlo de ku îro saet dora 09:00‘an pêk hatibû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

"Roja yekşemê 18‘ê Tebaxê (îro) saet di 08:35‘an de wesayîteke bombebarkirî li taxa Erbewî ya bajarê Qamişlo teqiya.

Êrîşa bi wesayîteke taksî ya bombebarkirî ku peymangeheke perwerdeyê kir hedef, tê de endamekî hêzên me gihîşt şehadetê û 2 jî bi sivikî birîndar bûn.

Hêzên me yekser cihê teqînê girt û hemû delîl kom kirin û dest bi lêpirsînê kir. Piştî bidawîkirina lêpirsînê dê encamên wê ji raya giştî werin parvekirin."

ANHA


Mijarên Din