Hêzên Ewlekariya Hundirîn şebekeyeke qaçaxçiyên şûnwaran girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Til Hemîs ê girêdayî herêma Cizîrê, endamên şebekeyeke qaçaxçiyên şûnwaran girtin.

Li ser agahiyên ku çavakaniyên Hêzên Ewlekariyê Hundirîn dane, hin kesên ku bazirganiya parçeyên şûnwaran dikir, ji hêla Komîteya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ve hat şopandin. Piştî ku agahî hatin komkirin, endamên şebekeyê li ser rêya petrolê ya diçe navçeya Til Hemîsê, hatin girtin.

Rêveberiya Komîteya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, diyar kir ku di encama lêpirsînên destpêkê de endamên wan navên 6 kesên din ên girêdayî heman şebekeyê bi dest bixin.

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo li nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kemîn hat danîn û endamên şebekeyê hatin destgîrkirin û parçeyên şûnwaran ên bi wan re hatin desteserkirin.

Rêveberiya komîteyê diyar kir ku hemû endamên şebekeyê ji bo Komîteya Îdia û Lêpirsînê hatine veguhastin ji bo tedbîrên pêwîst der heqê wan de werin girtin.

Tiştên ku hatine desteserkirin, pereyên hesin û parçeyên biçûk ên ji bronz in.

ANHA


Mijarên Din