Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 3 şehîdên xwe eşkere kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameyên 3 endamên xwe yên ku şehîd bûne, eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 3 şervanên xwe yên şehîd bûne, eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“3 endamên me Bedrî îbrahîm El-Hemed, Sêf Mihemed Ehmed û endamê hêzên ewlehiyê û parastina zanîngehan Misbah Mihemed Xelef Xeraba dema bi erka xwe ya welatparêzî radibûn, şehîd bûn.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdan re dixwazin û li hemberî berdêlên ku şehîdên me di oxira têkbirina terorê li ser ax û gel de dane, bejna xwe ditewînin. Em soz didin ku em ê li ser heman metoda azadî, rûmet û biratiyê bimeşin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nav: Bedrî El-Hemed
Navê dayikê: Zekiya
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cihê şehadetê: Hesekê

*****

Nav: Sêf El-Hemed
Navê dayikê: Xelfa
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cihê şehadetê: Dêrazor

*****

Nav: Misbah El-Xeraba
Navê dayikê: Xalîde
Navê bav: Mihemed El-Xelef
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor 1977
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 18`ê Tebaxa 2019

(kc)

ANHA


Mijarên Din