Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê mayînek bê bandor kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê diyar kir ku piştî ku şêniyan agahiyên li ser hebûna madeyên bi guman li başûrê bajêr dane, hêzên wan 3 mayînên ku ji bo teqandina ji dûr ve hatibûn amadekirin, bê bandor kirin.

Navenda Raghandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê û gundewarê wê li ser dateyên çalakiya ku hêzên wan îro pêk aniye, daxuyaniye parve kir.

Di daxuuaniyê de wiha hate gotin: “Îro, sivîlekî agahî dan Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku madeyên bi guman li rex çerxereya Şehîdan a başûrê Minbicê hene. Li ser wê yekê hêzên me û tîma taybet bi mayînan berê xwe dan cihê bûyerê û ji bo selametiya sivîlan cihê bûyerê dorpêç kirin. Tîmên taybet bi mayînan 3 mayînên ku ji bo teqandina ji dûr ve hatibûn amadekirin, bê bandor kir.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyên kir ku heke madeyên bi guman dîtin, yekser agahiyê bidin wan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek alî bi rêya teqandina mayînan li cihên giştî û li ser rêyên sereke, hewl didin aramiya herêmê têk bibin.

Herî dawî jî, Duşema borî (26`ê Cotmehê) li nêzî çerxereya Şehîdan a başûrê Minbicê mayînek hatibû teqandin, lê ti zirar pêk nehatin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din

Li Efganistanê teqîn