Hêzên Ewlekariya Hundirîn konferansa xwe ya duyemîn li dar xist

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhlatê Sûriyê  konferansa xwe ya duyemîn li dar xist û biryarên girîng standin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encamnameya konferasna xwe ya duyemîn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dîroka roja duşemê 26‘ê Çileya 2020‘an de Hêzên me li Bakur  û Rojhilatê Sûriyê li hola civînan a taybet bi hêzên me li herêma Cizîrê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Hevserokên deste û komîteyên hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  nûnerên rêveberî û beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên hêzên me li herêman û rêveberiyan di civînê de beşdar bûn.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin a bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Koordînatora Tevgera Civaka Demokratîk ve hate kirin. Di axaftina xwe de rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di xurtkirina pergala ewlehî û aştiya li civakê hate destnîşankirin.

Her wiha rewşa siyasî û ewlehî ku herêmê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet tê re derbas dibe destnîşan kir. Koordînatora Tevgera Civaka Demokratîk di dawiya axaftina xwe de keda Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û hêvî kir ku konferans bi encamên girîng bide ku çareseriyê ji hemû zehmetî û pirsgirêkan re peyda bike.

Xebatên konferansê bi hilbijartina endamên dîwanê ji aliyê beşdaran ve dewam kir. Li pey wê rapora salane ya xebatên hêzên me hate xwendin. Rapor ji gelek pêşniyar û armancan pêk dihat. Piştere ji aliyê endaman ve hate nîqaşkirin û bi piraniya dengan pêşniyar û armanc hatin erêkirin.

Di konferansê de rêziknameya Hêzên Ewlekariyê hate xwendin û bendên wê hatin nîqaşkirin. Dîsa jî bi piraniya dengan  rêzikname hate pejirandin û bû nêziknameya taybet a hêzên me.

Xebatên konferansê bi encamnameyê bi dawî. Encamname wiha ye:

"Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê pêvajoya nazik û dîrokî de di dîroka civakan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de me konferansa xwe li dar xist da ku bibe bingeha sereke ya avakirina duristiyê di sazûmaniya saziya ewlehiyê de. Ji bo pêvajoya bê projeyên guncaw di xeta pêkanîna ewlehî û aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûûriyê de hatin danîn ku ewlehî û aştiya tevahî pêkhate û beşên civakî mîsoger bike.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn me ji du salan ve destpê kir. Beriya du salan me Konferansa xwe ya yekemîn li bajarê Reqayê li dar xist, di konferansê de me sazûmaniya  Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî pêşketinên di wê demê de ji nû ve saz kir

Ji  wê demê ve me gavên mezin û cidî di vî warê de avêtin, di vê çarçoveyê de me gelek beş aktîv kirin û kadroyên ewlehiyê li gorî rêgez û disîplîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava kir.

Îro di vê konferansê de me careke din teqez kir em di prosesa jinûve sazkirina sazûmaniyê û girtina biryarên hevpar li gorî rêgezên exlaqê civakê û edaleta civakî û giyanî pêvajoya heyî berdewam in da ku bibe çareserî û mîsogeriya ewlehî û aştiya civakî bi hemû pêkhateyên wê.

Di dawiyê de em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya tevahî kesên ku beşdarî vê bûyera rêzdar bûne dikin  û soz didin ku di pêngava ewlehî û aştiyê li herêmê me soz didin."

ANHA


Mijarên Din