Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehiya rojên cejnê biryar derxistin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar ji bo parastina ewlehî û aştiya şêniyan di rojên cejna Qurbanê de derxistin û bang li şêniyan kirin ku van biryaran pêk bînin.

Biryarên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê weşand û wiha ye:

"Bi nêzbûna cejna Pîroz a Qurbanê re em wek Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hurdirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî gel û bi taybet misliman pîroz dikin. Her sal hûn bi hezar xêrî bin."

Da ku atmosfêreke biewle û aram di rojên cejna pîroz bên afirandin, dê hêzên me hin bergiriyan pêk bînin û divê şênî jî li gor van biryaran tev bigerin:

1-Qedexeye ku erebeyên bi mezinahiyên ( navîn û mezin) ji saet 11 ji êvara roja şemiyê  ya 10.08.2019’an ve heta saet 11 êvara roja sêşemê ya 13.08.2019’an ve tev bigerin.

2-Qedexeye ku motorsiklêt bi hemû cureyên xwe heta yên leşkerî jî ji saet 8’ê sibeha roja şemiyê ya 10.08.2019’an heta berêvara roja çarşemê saet 15’an 14.08.2019’an tev bigerin.

3- Derbarê dergehên taybet ên derbasbûna erebeyan û daneyan bi hemû cureyan ji saet 8’ê sibeha roja şemiyê ya 10.08.2019’an heta saet 15’an berêvarê roja sêşemê 13.08.2019’an tên rawestandin.

4- Qedexeye gule ji hêla tevahî leşker, hêzên ewlehî û şêniyan ve bên avêtin û di derbarê de çek tê desteserkirin û lêpirsîn tê kirin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din