Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hejmarek çete hatin girtin û hejmarek jî hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker re, hejmarek çeteyên DAIŞ`ê kuştine û hin jî dema hewl didan gundê Tiwêmiyê yê başûrê Serêkaniyê kontol bikin, girtin.

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da û tê de îşaret bi girtina şaneya çeteyên DAIŞ`ê kir ku dema hewl didan gundekî Serêkaniyê kontrol bikin, hatin girtin.

Daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

“Di demekê de ku  êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên bi desteka çeteyên artêşa Wetenî yên li ser gund û bajarên li ser sînorê di navbera Sûriye-Tirkiyê rde, vê sibê hêzên me şaneyeke çeteyan dema hewl dida gundê Tiwêmiyê kontrol bikin, girt. Armanca kontrolkirina gund derxistina tevliheviyê ye û armanckirina noqteyên leşkerî yên hêzên me, ji ber vê yekê me hejmarek çeteyan kuştin û hejmarek jî girtin. Her wiha 4 endamên me jî birîndar bûn û me ew rakirine noqteyên tenduristiyê yên bajarê Serêkaniyê.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn beramberî destkeftiyên ku QSD`ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi dest dixe, rûmetdar in. Çeteyên ku hewl dida bejahiya bajarê Serêkaniyê desteser bikin, lê me bersiv da û 5 çete kuştin û neçar man vegerin. Her wiha em bang li welatiyan dikin ku ji aliyê şaneyên veşartî ve hişyar bin, ji ber ku ew ji bo berjewendiyên dagirkeriya Tirkiyê dixebitin û em jî parastina mafên xwe yên rewa dikin û parastina xaka xwe bikin.”

(eh)


Mijarên Din