Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Divê şênî hevkar bin û perspektîvên hişyariyê bînin cih

Endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Şêxmeqsûd bang li şêniyan kir ku perspektîvên li dijî vîrûsa Korona hatine dayîn bînin cih, hevkar bin û ji malên xwe dernekevin.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê yên Helebê ji bo rê li pêşiya belavûbna vîrûsa Korona bigire, gelek tedbîrên hişyariyê girtin. Her wiha bang li şêniyan kir ku perspektîvên di vî warî de hatine derxistin bînin cih.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya dewriyên xwe di nav taxan de ji şêniyan dixwazin di malên xwe de bimînin û biryara qedexeya derketina derve bînin cih.

Girêdayî wê endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ranya Hesen got ji bo parastina şêniyan ji vîrûsa Korona ya li cîhanê belav bûye gelek biryar dane.

Ranya destnîşan kir ku tevahiya endamên hêzên amade ne û di nav kolanên sereke û şaxî de dewriyên xwe dimeşînin û alîkariya şêniyan dikin ji bo ku ji malên xwe dernekevin. Tenê ji bo rewşên awarte derkevin.

Ranya îşaret pê kir ku ji bo vê mijarê bi koordîneya Meclisa Giştî û Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye tedbîrên hişyariyê girtine. Da ku şêniyan ji vegirtina vîrûsê biparêzin. Her wiha şênî hişyar kirine ku ji malên xwe dernekevin û kesê muxelefe dike wê rastî berpirsyariya qanûnî were.

Ranya teqez kir ku parastina şêniyan ji vê pandemiyê erkek dikeve ser milên wan. Lewra çû û hatin li tevahiya deriyên derbasbûna her du taxan hatin girtin. Tenê deriyê Cizîrê ji bo haletên mirovî û kermendên warê tenduristiyê hatiye vekirin.

Di dawiyê de Ranya bang li şêniyan kir ku tedbîrên hatine girtin pêk bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din