Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 DAIŞ`iyên ku hewl didan ji Kampa Holê birevin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 DAIŞ`iyên rûsî dema ku hewl didan ji kampa Holê birevin girtin.

Êvara înê 5 jinên DAIŞ`î yên rûsî  hewl dan ji kampa Holê birevin. Navên wan  ev in (Victora Nicola û sê zarokên wê, Aisha Ahmed Khan xwedî zarokek ê, Marit Murad tevî du zarokên xwe, Aisha Mawlid ku berî niha di nava DAIŞ`ê de bû û lingekî wê hatiye qutkirin û Hawa Muslim dêya zarokekî ).

Jinên DAIŞ`î berî ji kampa Holê birevin bi kesekî qaçaxçî re lihev kirine. Lê dema Hêzên Ewlekariya Hundirîn prose kifş kir yekser hewl da birevin.

Rêveberiya Xweser di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê de qedexeya derketina derve ragihand û kesên hewl didin jinên DAIŞ`î birevînin vê qedexeyê ji xwe re derfet dibînin.

Çavkaniyekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ANHA’yê re diyar kir ku kesên DAIŞ`iyan direvînin rasterast bi dewleta Tirkiyê ve girêdayî ne, dewleta Tirkiye ji bo revandina jinên DAIŞ`ê ji kampa Holê planan datîne û hewl dide wan derbasî xaka Tirkiyê bike û ji wir  jî wan bişîne welatên wan.

Jina DAIŞ`î Hewaa Mislim(23) di dîmenê  ku ANHA’yê bidestxistiye de dibêje ku wan ji beriya mehekê ve plan kiriye ku ji kampê birevin û li rêyekê digerin, bi dêya xwe re axivî ye û wê jê re gotiye ku ew ê yê qaçaxçî rê jê re peyda bike.

Hewaa Mislim wiha dawî li axaftina xwe anî: "Beriya 3 rojan ez careke din bi dêya xwe re axivîm û ji min re got ku xwe amade bike ew ê êvara înê tê ji kampê birevînin."

Hewaa Mislim da zanîn ku dewleta Tirk jê re maleke taybet amade kirine.

(eh)


Mijarên Din