Hêzên ewlekariyê hewldana  jinên DAIŞ‘î ya reva ji kampê têk bir

Hejmarek jinên DAIŞ‘î yên di kampa Holê de hewl dan ji kampê birevin. Hewldana wan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate têkbirin.

Li gel êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ‘ê çalak dibe. Îro hejmarek jinên DAIŞ‘ê yên di kampa Holê de hewl dan ji kampê birevin. Hewldana wan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate têkbirin, jinên DAIŞ‘î hatin girtin.

Jina DAIŞ‘î y bi navê Bayic Edwan El-Medad li xwe mikur hat ku wî hewl dide bi hejmarek din a jinan ji kampê birevin, lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew girtin.

ANHA


Mijarên Din