Hêzên Ewlekariyê: Heta kujerên şêxên eşîran neyên eşkerekirin em ê nesekinin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê sersaxî ji malbata şêxên eşîrên ku ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê ve hatin şehîdxistin re xwest û got: "Heta kujerên şêxên eşîran neyên eşkerekirin em ê nesekinin."

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî qetilkirina bûyerên qetilkirina serokên eşîran li Dêrazorê ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

" Serkeftinên siyasî, leşkerî û encamên êrênî yên ku Hêzên Sûriya Demokratîk di qonaxa dawî ya pêngava tunekirine terorê de pêk anîn gelek alî nerazî kir, ji ber vê yekê hertim hewl didin ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Dêrazorê bi taybet xirab bikin û fitneyê derxînin.

Pêngavên Tunekirina Terorê encamên baş di qada têkoşîna li dijî terorê pêk bînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyonên berfireh ên paqijkirinê lidar xistin û gelek terorîst kirin. Ev yek li rihetiya gelek aliyan nehat, bi taybet bermehiyên DAIŞ'ê û alîgirên terorê. Lewra dest bi kiryarên qetilkirina sembol, şêx û rûspiyên gelê me yên Dêrazorê kirin. Di demên dawî de bi rêgazên cûda bûyerên kuştinê derketin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ji ber şehîdên me, di serî de sersaxiyê ji xwe re û ji gelê xwe re dixwazin û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re dikin.

Em ji gelê xwe re teqez dikin ku em ê li gorî berpirsyartiya ku dike ser milê me bin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk dê mil bi mil bi gelê me re bimîne û jê re bibe mertal.

Derbarê van bûyerên qetilkirinê de lêpirsîn didome. Heta hemû terorîst ku kesên ku dixwazin ewlehiya herêmê xirab bibin û aloziyê çêbikin neyên girtin û di demeke lezgîn de sewqî edaletê neyên kirin em ê nesekinin."

ANHA


Mijarên Din