Hêzên Ewlekariyê: Îdîayên girêdayî bazirganiya bi laşê zarokan derew in

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê û gundewarê wê bi daxuyaniyekê gotegotin girêdayê revandina zarokan û bazirganiya bi endamên laşên wan derewand.

Di demên dawîn de îdîayên girêdayî revandina zarokan û bazirganiya bi endamên laşên wan li bajarê Minbicê belav bûn.

Li ser vê yekê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbic û gundewarên wê daxuyaniyek weşand û tê de ev îdiayan derewand. Daxuyanî ji hêla fermendarê Hêzên Ewlekariy Hundirîn Ciwan Ehmed ve hate xwendin.

Ehmed destnîşan kir ku erka parastina ewlehiya bajêr dikeve ser milê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û got hemû planên li dijî herêmê têk çûn " Aliyên dijberî bajarê Minbicê û şêniyên wê dîsa hewl didin bi rêya îdîayên ku li ser malperên civakî belav dikin ewlehiyê têk bibin û fitine û tirsê di nava şêniyan de beav bikin. Herî dawî bûyerên girêdayî revandina zarokan û bazirganiya bi endamên laşên wan derketin pêş. "

Ehmed diyar kir ku ji bilî bûyereke destavêtinê di 2`yê Îlonê de tu bûyer pêk nehatine û wiha domand "Hêzên Ewlekariya Hundirîn zarokeke 3 salî di taxekê de  ji taxên bajarê Minbicê dîtin û ew rakirin nexweşxaneyê. Rewşa zarokê baş e û hêzê kesên sûcdar di 72 saetan de girtin."

Ciwan Ehmed ev bûyer bi sûcek kirêt û dermirovî wesifandin û destnîşan kir ku sûcdar di lêpirsînê de ne û der heqê wan de girtekên pêwîst dê werin girtin û ji Meclisa Adaleta Civakî ya Minbicê û gundewayê wê re dê werin veguhestin. Ehmed anî ziman ku armanca van îdiayan li gel nêzîkbûna vekirina dibistanan belavkirina fîtneyê ye.

Ciwan Ehmed bang li şêniyan kir ku wan îdiayan, lîstok û êrîşên dijberî şêniyên bajêr bawer nekin.

Ciwan Ehmed soz da şêniyan ku wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember her  xeteriyekê û sûcên ku têne kirin dê amade bin û got, pêwîste şênî bi hêzên wan re bibin hevkar da ku ewlehiya herêmê bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din