Hêzên Ewlehiya Hundirîn têkildarî sîxuran bang li şêniyên kir

Hêzên Ewlehiya  Hundirîn a herêma Firatê banga hişyariyê li şêniyên bajarê Kobanê kir ku ji sîxur li herêmê belav bûne û hevkariyê bi aliyên ewlehiyê re bikin da ku wan bidin girtin.

Hêzên Ewlehiya  Hundirîn a kantona Kobanê ajanekî (sîxur) girêdayî MÎT`a Tirk li taxeke bajarê Kobanê girtibû.

Ajanê bi navê Serdar Ebdî tevî ajanên din li aliyê dewleta Tirk ve bûn sedema girtina derdora 100 welatiyên Kobanê li Tirkiyê bi tawana dan û standina bi Rêveberiya Xweser re. Li rex wê jî agahiyên girêdayî nuqteyan li bajêr gihandin îstixbarata dewleta Tirk.

Berdevkê Hêzên Ewlehiya  Hundirîn a herêma Firatê Kawa Hemo bang li welatiyên herêmê kir ku ji ajanên îstixbarata dewleta Tirk ên li herêmê baldar bin û bi hêzên ewlehiyê re hevkar bin da ku planên wan pûç bikin û wan bigirin.

Roja înê ya derbasbûyî gelek çalakvanan û malperên tevna civakî dîmenên mikurhatinên ajanê bi navê Serdar Ebdî belav kirin û ev yek bû cihê nerazîbûnê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê hişyarî ji bandora malperên tevna civakî yên ku toreya îstixbarata dewleta Tirk bi rê ve dibe li ser ewlehiyê herêmê da. Li gel gotegot û fîtneyên ku bi rêya wan malperan li dijî Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dike.

Hêzên ewlehiyê  di Hezîran û Tîrmehê de piştî şopandinê, toreyek istixbaratê li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt. Ev tore, agahiyên girêdayî nuqteyên ewlehiyê  digihîne îstixbarata dewleta Tirk û madeyên hişbirê  di nava ciwanan de belav dike.

(şx)


Mijarên Din