Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Minbicê: 2 endamên me şehîd bûn

Navenda Giştî ya Ragihandina Hêzên Ewlehiya Hundrîn a Minbicê ragihand ku di encama teqîna mayinekê de bi erebeya hêzên wan ve, 2 endamên wan şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Navendê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest, soza şopandina rêya wan û parastina ewlehiya şêniyan da.

MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundrîn a Minbicê der barê teqîna ku îro li Minbicê pêk hat de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji gelê me û raya giştî re,

Îro 12`ê Çileya 2019`an saet di 10:30`ê sibê de li ser rêya Helebê li nêzî Pakrewangeha Minbicê mayinek bi erebeya hêzên me ve teqiya. Di encama wê de du endamên me şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Em wek Hêzên Ewlehiya Hundrîn sersaxiyê ji hevalên xwe û ji malbatên şehîdan re dixwazin. Bi rêzdarî bejna xwe li pêşiya şehîdên ku ji bo parastina axa welatê xwe canê xwe feda kir, ditewînin. Em soz didin ku em ê şopdarên rêya şehîdan bin ku bi xwîna xwe ji me re danîn û heta rizgarkirina welatê me ji terorê, li ser wê bimeşin. Em teqez dikin ku hemû kiryarên rêxistinên terorîst tu carî îradeya me naşikînin û em ê parastina ewlehiya şêniyan bikin “

(bx)

ANHA


Mijarên Din