Hêzên ewlehiyê şaneyeke ku MÎT’a Tirk li herêmê bi rê ve dibir, girt

MÎT’a dewleta Tirk bi rêya hin kesên ku kiriye ajanên xwe ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mayînan êrîş bike, lê ajanên dewleta Tirk ji aliyê saziyên ewlehiyê yên bakur û rojhilatê sûrî ve hatin girtin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya saziyên xwe yên istîxbaratê (MÎT) hewl dide ewlehî û aramiya herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

MÎT ji bo ku armanca tesfiye kirina rêveberiya xweser bi rêya ajanên xwe ku şandine herêmê, ciwanan dike sîxur, fîtneyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike û hewl dide gel li dijî Rêveberiya Xweser rake û di heman demê bi taybet di nava ciwanan de maddeyên hişbirê belav bike.

SAZIYÊN GIŞTÎ HEDEFA MÎT’A TIRK IN

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MÎT’a dewleta Tirk hin ciwan li herêmê kirin sîxur. Van kesan jî bi taybet ên di nava saziyên ewlehî û leşkerî de û mîna ajan (sîxur) û şaneyên veşartî bi cih dike.  Hedefa wan ewe ku ewlehiya herêmê xirabike, di nava civakê de fitneya çêbike, kurd, ereb û gelên din ê herêmê li hember hev sor bike û şer di nava gelan de derbixe.

Heya niha gelek ajanên dewleta tirk ku ji aliyê saziyên ewlehiyê yên herêmê ve hatine girtin di demên cûda cûda de ev planên qirêj bi mikurhatinên xwe eşkere kirin.

Di mikurhatinên ku van demên dawÎ hatine girtin de derket holê ku piranî ajanên ku ji hêla MÎT’ê ve hatine birêvebirin, bi rêya xizmên wan ên li herêmên dagirkirî û xizmên wan ên penaberî Tirkiyê bûne, ketine xefika MİT a tirk. Derket holê ku dewleta tirk ji bo ku van kesan bike ajan û ji bo karên xwe yên qirêj li herêmê bi şuxulîne wan bi peran di xapîne.

QETILKIRIN ERKA AJANÊN DEWLETA TIRK E

Saziyên ewlehiyê di vê dawiyê de şaneyek ji 2 kesan girt ku ji bo erka derbaskirina mayînan li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna sûcên qetilkirinê, hatibûn erkdarkirin.

Şaneya ku hatiye girtin, li xwe mikur hat ku MÎT’a dewleta Tirk ew bi kar anîn da ku 5 mayînan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Tebqa, Reqa, Sebahulxeyr a li Dêrazorê, Erîşa û Şedadê ya li kantona Hesekê) bikin.

Serçeteyê şaneyê Abdulxefur Îsa Ehmed ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye, her wiha berê endamê YPG’ê bûye, piştre di avahiyên leşkerî de kar kiriye. Piştî dagirkirina Serêkaniyê, ji hêla kurê xalê xwe yê bi navê Hesan Mihemed Xidêyir ve hatiye erkdarkirin. Hesan Mihemed Xidêyir endamê QSD’ê bûye û MÎT’a dewleta Tirk ew wek sîxur erkdar kiriye.

Ajan Hesan Xidêyir ji Abdulxefur Îsa Ehmed xwestiye ku li beramberî pereyan mayînan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Her wiha jê hatiye xwestin ku kesekî erkdar bike, lê belê bi şertê ew di nava hêzên leşkerî de be, da ku Abdulxefur Îsa Ehmed bi rêya wî mayînan bi hêsanî derbasî herêmê bike.

Abdulxefur Îsa Ehmed bi pereyan kesê bi navê Abdullah Abdulezîz Cirêba ku birayê hevjîna wî ye û ji Serêkaniyê ye, erkdar kiriye. Cirêba (24) di 2013’an de tev li nava YPG’ê bûye. Piştî çend mehan ji tevlêbûnê, di karê avahiyên leşkerî de xebitiye û erka leşkerî wergirtiye.

Hevdîtina yekemîn a her du ajanan Abdulxefur Îsa Ehmed û Abdullah Abdulezîz Cirêba û ajanê MÎT’a dewleta Tirk, li herêma Aliya ya dagirkirî bi beşdariya kesê bi navê Yasîn Ednan pêk hatiye. Erebeya bi cureya Van ku di hundirê wê de mayîneke nêzî 12 kg hebûye, radestî wî kirine, her wiha agahî dane wî ku divê mayîn li taxeke Tebqayê were çandin, dîmenê wê bê kişandin û ji Hesan Xidêyir re bê şandin.

Ajanên MÎT’a dewleta tirk Abdulxefur Îsa Ehmed derbarê van kiryarên xwe de wiha axifî: "Hevdîtina yekemîn a min û Abdullah Abdulezîz Cirêba ku bi Hesan Xidêyir re li herêma Aliya ya girêdayî Serêkaniyê (li herêma nêzî gundê Suse) pêk hat. Her wiha me erebeya ji cureya Van û mayîn ji Hesan Xidêyir wergirtin û bi wî re kesê bi navê Yasîn Ednan hebû. Piştre me mayîn li herêma Tebqayê çand. Piştî hefteyeke din me mayîneke din wergirt û li ser Reqayê çand. Dûre me erebeya Van radestî kesê bi navê Mihemed Zekî kir ku cihê wî yê erebeyan li Reqayê heye. Mayîna sêyan jî li herêma Sebahulxeyr hat çandin û mayîna 4’an li herêma Şedadê û ya 5’an jî li Herêma 47’an hat çandin."

Der barê çawaniya derbaskirina mayînan ji Serêkaniyê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdullah Abdulezîz Cirêba ev agahî da: "Me erka xwe ya leşkerî ku bi hikmê karê min di avahiyên leşkerî de ye, bi kar dianî."

Cirêba got: “Bi rêya pereyan em hatin xapandin û bûne ajan. Ev jî gunehekî mezine û nayê efûkirin. Ji berk u me li dijî herêmê sûc pêk anî û me îxanet li baweriya ku hêzên leşkerî dabû me anî.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din