Hêzên Ewehiya Hundirîn li kantona Girê Spî jî dest bi pêngava paqijkirinê kir

Bi pêngava paqijkirina giştî ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye re, endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn li bajarê Girê Spî û navçeya Eyn Îsa jî cihên giştî paqij kirin.

Endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û polîsên Trafîkê bi hevkariya Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, kolanên sereke yên bajarê Girê Spî paqij kirin.

Beşdarên pêngavê belavokên hişyariya neavêtina çopê li deverên neguncaw, li ajokaran belav kirin.

Kolanên sereke yên bajarê Girê Spî, Çerxerêya Şaredariyê, Sînaa, daketina rojhilatê bajêr, taxa Eyn El-Erûs, ser rêya Kobanê û Reqayê hatin paqijkirin.

Her wiha pêngava paqijkirinê li kolanên sereke yên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Girê Spî jî dest pê kir.

Beşdarên pêngava paqijkirinê got armanca wan ji vê pêngavê hişyariya civakê û balkişandina ser girîngiya paqijkirina cihên giştî ye.

Li ser vî esasî endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bang li her kesî kir ku li paqijiya bajêr miqate bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî vê pêngavê li bajarê Kobanê jî pêngava paqijyê dest pê kiribû û kolanên sereke yên bajêr hatin paqijkirin, ev jî bi pêngava paqijkirinê ya ku Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê dabû destpêkirin re pêk tê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din