Hêzên dagirker êrîşî Til Rifatê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Til Rifatê yê kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarên Ezaz û Efrînê yên ku dagirkirine bi hawn û fûzeyan êrîşî bajarê Til Rifatê yê kantona Şehbayê dikin.

Hate diyarkirin ku heta niha zêdeyî 10 top li derdora bajar ketine.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de jî gundên Bînê û Aqîbe yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin.

ANHA

 


Mijarên Din