​​​​​​​Hêzên dagirker êrişî gundên Şera û Şêrawayê dikin

Gundên navçeya Şêrawa û Şerayê bi dijwarî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarankirin.

Leşkerên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Aqibê, Soxanêke û Hirşê yên navaçeya Şêrawa û gundê Malikiyê û Merenaz ê navçeya Şerayê yên girêdayî kantona Efrînê bi dijwarî topbaran dikin.

Têkildarî encamên topbaranê agahiyên zêdetir nehatin bidest xistin.

Duh bi şev jî, hêzên dagirker gundên navçeya Şerayê, gundê Semoqa yê Şehba û bendava Şehbayê jî dabû ber topban.

ANHA


Mijarên Din