Hêzên dagirker li Til Temirê zeviyên çandiniyê şewitandin

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker gundêwarên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gulebaran kirin û zeviyên çandiniyê yên gundiyan şewitndin. Dagirkeran rê nedan tîmên agirkujiyê ku agir vemirînin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên vê êvarê de gundên Qasimiyê û Dirdara yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê gulebaran kirin. Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê yên gundiyan ketin. Şewat heta niha berdewam e.

Hêzên Asayîşê û tîmên agirkujê xwestin xwe bighînin cihê şewatê ji aliyê hêzên dagirker ve hatin gulebarankirin.

Her wiha hate diyarkirin ku leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara bi obusan topbaran dikin.

ANHA


Mijarên Din