Hêzên dagirker li Şehbayê zeviyên çandiniyê şewitandin

Dagirkeran gundê Herbel ê kantona Şehbayê topbaran kirin. Di encamê de zeviyên çandiniyê şewitîn.

Çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker gundê Herbel ê girêdayê kantona Şehbayê dan ber topan. Ji ber topbaranê agir bi zeviyên ceh û genim ketin.

Komîteya Rewşên Awarte şewat bi temamî vemirand.

Duh jî di saetên piştî nîvro de dagirkeran ji bajarokê Mari yê herêma Ezazê gundê Herbel topbaran kirin.

ANHA


Mijarên Din