Hêzên dagirker li gundên Eyn Îsa û Girê Spî satiran çêdikin

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê ku axa gelê resên dagir kirine niha jî bi çêkirina satiran li gundên dagirkirî yên Eyn Îsa û Girê Spî de amadekariya êrişan dikin.

Di berdewamiya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li derdora warên ku dagirkirine wekî gundên Girê Spî û gûndên Eyn Îsa çete satiran çêdikin. Hêzên dagirker li gundê Ebû Zuhur, Kefîfa, Mevdût yên rojavayê Girê Spî bi tireksan satiran çê dikin.

Li gor agahiyên ku hatine girtine, dagirker nahelin şênî nêzî erdê xwe bibin û gundên giredayî Eyn Îsa yên dagirkirî bi giştî bi satiran hatine dorpeçkirin.

5 barergeh û 33 noqtêyên çeteyan li gundên Eyn Îsa û Girê Spî de hatine avakirin û derdora wan jî bi satiran hatiye girtin. 5 barergehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Hoşan, Kefîfa, li pêşiya gundê Qizelî, Şergirak, Xirbetfaris hatine avakirin.

BI RÊYA KAMEREYAN TAYBET SIVÎL TÊN HEDEFGIRTIN

Li gor agahiyan, barergeha li gundê Hoşan yê rojavayê Eyn Îsa barergeha herî mezin a dagirkeran e. Ji vê barergehê sivîlên li ser rêya M4 ya di navbera Eyn Îsa û Çelebiyê de her tên hedefgirtin. Dûrbûna barergehê ji rêya M4 kêmtirî 800 metre ye. Di barergehê de çêkên giran hatine bi cih kirin û derdora wan çêkan jî bi satiran hatine girtin.

Hejaye gotinê ku di van barergehan de kamere hatine danîn ku taybet erebeyên sivîl bi zanebûn tên hedefgirtin. Şivanên ku pezê xwe li gundê nêzî dagirkeran diçêrin têne bombebarkirin.

Di dîmenên de jî diyar dibe ku bi rêya van satiran perçekirin û danîna sînoran pêk tînin. Ev çêkirina satiran pirsa gelo dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji bo êrişêk berfirej van amadekariya dikin dike. Beriya çend rojan dagirkeran ji bajarê Girê Spî 20 erebeyên zirxlî û hijmarek çete rêkirin gundên rojavayê Girê Spî. 

ANHA


Mijarên Din