Hêzên dagirker li Efrînê bi dehan dar birîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Kefer Sefra û Hêkca bi dehan dar birîn.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê yên li kantona Efrînê li dijî sivîlan û xwezayê didome.

Çakvaniyan diyar kirin ku arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya du rojan 150 dar li gundên Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê birîn ku ayidê welatiyê bi navê Murad Axa ye.

Çavkaniyan ji gund anîn ziman ku artêaş Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo avakirina kampek koçberan dar birîn.

Li gundê Hîce yê navçeya Şiyê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan darên zeytûnan birîn.

Çavkaniyekî din jî ragihand ku çeteyên "Nuxbe" yên girîndayî îstîxbarata Tirk li gundên Emara yê navçeya Mabatayê astengiyan ji şêniyên resen re derdixînin da ku wan bidin koçberkirin û li şûna wan malbatên çete yên ji Idlibê bi cih bikin.

ANHA


Mijarên Din