Hêzên dagirker gundên Zirgan û Eyn Îsayê topbaran dikin

Hêzên dagirker bi dijwarî li gundên Til Şeîr, Til Werd û depoyên genim ên gundê Qizelî didin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Enîq El-Hewayê,  gundên Til Şeîr û Til Werd ên bajarokê Zirganê bi tank û obusan topbaran dikin.

Li aliyekî din jî depoyên genim ên gundê Qizelî yê Eyn Îsayê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bê navber tên topbarankirin.

ANHA


Mijarên Din