Hêzên dagirker girekî dîrokî talan kirin û darên zeytûnan birîn

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê girê dîrokî yê gundê Elkê yê Efrînê kolandin û berhemên wê talan kirin. Li heman cihî jî dar birîn.

Çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girê dîrokî yê gundê Elkê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê kolandin û hemû berhemên wê talan kirin û derxistin Tirkiyê.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker di xebatên kolandinê de bi dehan darên zeytûnan ku temenên wan 70 sal in birîn.

ANHA


Mijarên Din