'Hêzên dagirker di dema çinînê de êrişên xwe dijwartir kirine'

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi destpêka dema çinînê re êrişên xwe dijwartir kirine, zeviyan dişewitîne û jêdera debarê ya şêniyan têk dibe.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji aliyê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer ve hat xwendin.

Wîsam El Omer diyar kir ku ji meha borî ve artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên nêzî eniyên şer ên gundewarên kantona Girê Spî û Eyn Îsayê giran kirine. El Omer da zanîn ku dagirker bi hemû cureyên çekên giran, navîn û sivik êriş dikin.

Li gorî El Omer, ji cih û gundên ku rojane têne hedefkirin ev in, Fatisa, Seyda, Mişêrfa Eyn Îsa, Hoşan, kampa Eyn Îsa, Qizelî, Erîda, Silêbî, Cidêda û rêya M4.

El Omer destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker di dema çinînê de êrişên xwe zêdetir kiriye da ku tevgera cotkaran asteng bike û nehêlin zeviyên xwe biçinin û got, dagirker zeviyên cotkaran dişewitînin da ku jêdera debara wan tune bike, di gulebarana li ser zeviyên cotkarên gundên Fatisa yê rojhilatê Eyn Îsayê de agir bi zeviyan ket.

Wîsam El Omer bal bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 17'ê Gulanê gundê Cidêda yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 kirin hedef, di encama topbaranê de yek jê zarok, bi giştî 5 welatî birîndar bûn.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer di dawiyê de anî ziman ku ew ê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi armanca qutkirina xaka Sûriyeyê bibin mertalên xurt. Her wiha banga xurtkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî li gelê herêmê kir.

(bb)

ANHA


Mijarên Din