Hêzên Asayîşê sicîla şehîdekî xwe yê enternasyonalîst eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sicîla şehîdekî xwe yê enternasyonalîst eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand ku tê de sicîla endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Duh 13’yê Sibatê endamê hêzên me li Kobanê Samo Xosteyî Bebî piştî nexweşiyeke giran gihîşt asta şehadetê.

Şehîd Samo ji yekemîn şerevanên enternasyonalîst e ku banga mirovahî ya parastina bajarê Kobanê û gundewarên wê ji tarîtiya terora tundraw ku gef li tevahî mirovahî û cîhanê dixwar, bersivand.

Temenê wî li pêş bersivdana banga parastinê nebû asteng. Baweriya wî bi rêgezên parastinê mezin bûn û destanên lehengiyê ji dema gihiştina herêmên Rojava bi taybet Kobanê neqişadin.

Şehîd Samo nimûneyeke zindî ya rihê biratî, mirovatî û fedakariyê bû, her wiha xwediyê hêviya mezin a bidawîkirina tevahî rêxistinên terorî yên ku gef li hebûna mirovahî, rihê edalet, wekhevî û azadiyê dixwar, bû.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiya malbata şehîd Samo dikin û soz didin tevahî şehîdên azadiyê li ser rêça wan bimeşin ku parastina destkeftiyên gel bikin."

Sicîla şehîd li gorî daxuyaniyê wiha ye:

Nav û Paşnav: Samo Bebî
Navê dayikê: Gulîzar
Navê bav: Xosteyî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Rûsya 1954
Dîroka tevlêbûnê: 25.05.2015
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê 13.02.2020

(fr)


Mijarên Din