Hêza Xweparastinê ya Başûr hate ragihandin

Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmeke leşkerî li çiyayên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin.

Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmeke leşkerî li çiyayên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin.  Daxuyanî ji aliyê fermandarekî Hêza Xweparastinê ve hate xwendin û hate gotin: “Li navçeyên Cênakokê ya Başûrê Kurdistanê pêngaveke Erebkirin, talankirin, kuştin û revandina welatiyan destpê kiriye.

Her demê dewleta Osmaniya Nû dagirkirineke nû li ser tevahiya Kurdistanê û bi taybetî li herêmên Bradost û Kerkûkê rê ve dibe. Mixabin, hêzên Başûrê Kurdistanê hevkarê wê dagirkir in. Sekna wan li hemberî talankirin, nirxên çandî û hunerî û ya aborî û cografîk tune.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ji ber bêdengiya desthilata Başûr a hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê, Hêza Xweperastinê ya Başûr hatiye damezirandin.

Her wiha di daxuyaniyê de tê gotin ku Hêza Xweparastinê ya Başûr bingehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dike hedef. Her wiha bang li hêzên pêşmerge, aliyên siyasî yê Başûr tê kirin ku bi wan re Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin.


Mijarên Din