Hêvîn Hesen: Divê şênî bi komîn û meclisan re ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê hevkar bin

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê bang li şêniyan kir ku birayrên Desteya Tenduristiyê û Şaneya Aloziyê yên ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê pêk bînin û ji bo derbaskirina vê aloziyê bi komîn û meclisan re hevkar bin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh 19 nexweşên din ên Koronavîrusê tomar kirin. Bi vê yekê hejmara nexweşan li herêmê radibe 138`an, jê 6’an jiyana xwe ji dest da. Li gel tedbîrên xweparastinê û biryarên ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê hatine girtin.

Li ser wê yekê Şaneya Aloziyê ya herêma Efrînê civînek li dar xist û gelek biryarên nû dan.

Di vê derbarê de, hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê Hêvîn Hesen behsa sedemên belavbûna Koronavîrusê di nava gel de kir, tevî biryarên xweparastinê yên hatine girtin.

NEXWEŞÎ JI BAJARÊ HELEBÊ DERBASÎ KANTONA ŞEHBAYÊ BÛ

Hêvîn Hesen got: "Nexweşî ji bajarê Helebê derbasî kantona Şehbayê bûye, ji ber ku her cih nêzî hev in û dergeh di navbera wan de hene."

Hêvîn Hesen wiha berdewam kir: "Bi tespîtkirina 10 nexweşên nû re, me civînek li dar xist da ku em gavên pêwîst biavêjin, pêşî  li belavbûna nexweşiyê di nava gel de bigirin, nexweşan di malê de bihêlin û şêniyên bi nexweşan re dan û standinê di testên tenduristiyê re derbas bikin û wan jî bixin karantînaya malê."

Hêvîn Hesen wiha lê zêde kir: "Ji ber ku rewşa yekê ya nexweşiyê li navçeya Ehresê derket û beriya ku nexweş jiyana xwe ji dest bide, bi gelek şêniyên navçeyê re dabû û standibû, me heta 15 rojan karantîna li navçeyê ferz kir."

RÊ Û RÊBAZÊN XWEPARASTINA JI NEXWEŞIYÊ

Şaneya Aloziyê pankartên mezin ên der barê çawaniya xweparastina ji vîrusê û xetereyên nexweşiyê de, amade dike da ku li seranserê kantonê belav bike.

Hêvîn Hesen her wiha destnîşan kir ku tu rêxistinên navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyê alîkarî pêşkêş nekirine û diyar kir ku derfetên wan kêm in.

Di dawiyê de Hêvîn Hesen bang li şêniyan kir ku di mal de bimînin, şîretên xweparastinê pêk bînin, bi komîn û meclisan re hevkar bin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din