Hunerên Mahîn Şêxanî li ser hezkirina welat in

Helbestvan Mahîn Şêxanî bi tîpên kurdî welat neqişand. Bi rêya tabloyên xwe yên şêwekarî, helbest û çîrokan hezkirina xwe ya ji welêt re diyar dike. ‘Afrodît’ berhema wî ya dawîn e.

Nivîskar, helbestvan û hunermendê şêwekariyê yê Kurd Mahîn Şêxanî di 1960’an de li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji dayîk bûye. Helbest û çîrokan bi zimanên kurdî û erebî divîse û tabloyan xêz dike.

Hunermed Mahîn Şêxanî Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Şamê bi dawî kiriye. Paşê bûye mamosteyê şêwekariyê û li dibistanên navçeya Dirbêsiyê kar kiriye. Di destpêka salên 1984-1985’an ve bi rêya xwendina helbest û çîrokan derbasî cîhana wêjeyê bûye.

Şêxanî gelek çîrokên biçûk bi navê ‘Li ser çemê Xabûr’ çap kirine. Her wiha beriya demekê pirtûkeke helbestan a bi navê "Afrodît" nivîsandiye. Nivîsên wî li ser hezkirina welat, fedabûn, lehengiyê, hezkirinê ne.

Şêxanî armanc dike ku koma ‘Tiştekî min ji bilî vê pênûsê tune’ û komeke çîrokên biçûk bi navê "Bêhn û Enahîta" çap bike.

Şêxanî diyar kir ku wî di 20 saliya xwe de dest bi wêjeyê kiriye û got: "Dema min çîrokên biçûk dinivîsandin, her tim hewldanên min hebûn ku ez bikarim li ser rewşa Kurdan binivîsim. Roj bi roj min çîrok û helbest dinivîsandin heta ez gihaştim vê pêvajoyê."

(jo/bm)

ANHA 


Mijarên Din