Hunermendan bi stranekê banga yekitiyê kir: Banga Neteweyî

Navenda Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê vîdeoklîbek bi navê "Banga Neteweyî" bi hevkariya 22 hunermendan çêkir.

Piştî xebata 3 mehan, Navenda Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê vîdeoklîbek bi navê "Banga Neteweyî" di çarçoveya piştevaniya xebatên yekitiya kurdî de, bi dawî kir.

Xebata çêkirina berhemê 3 mehan li ber xwe da û tê de hunermend Ciwan Hesen, Niyazî, Mihemed Bilko, Rêzan Bekir, Fatme Bîlal, Xedîce Xelîl, Deyan Xelîl, Yasmîn Koşan, Ayhan Gorsê, Bilind Îbrahîm, Çopî Fetah, Xelîl Xemgîn, Diyar Dêrsim, Şivan Perwer, Dilovan, Bangîn, Mizgîn Tahir, Sefqan Orkêş, Stêrvan Bozan, Nesrîn û Denîz Deman cih girt.

Gotinên stranê yên hunermend Ciwan Hesen in, awaz a Mihemed Bilko ye û derhêner Mesûd Krad e.

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê Ciwan Hesen da zanîn ku berhema wan bi piştgiriya hunermendan ji bo hewldanên yekitiya Kurdan hat çêkirin. Ciwan Hesen wiha axivî: "Ji ber rewşa dagirkerî û komkujiyên di ser gelê me re derbas dibin, me ev berhem bi hedefa hişyariya li ser yekitiyê amade kir, da ku parastina destkeftî û berxwedana li dijî dagirkeriyê bikin."

Hesen anî ziman ku erka hunermendan ew e ku azarên gelê xwe ji nêz ve bişopînin û got: "Ji lew re me dît ku vê însiyatîfê ji bo doza gelê me bikin, ev roj wek Kurd roja me ya yekitiyê ye."

Hunermend Xedîce Xelîl jî piştrast kir ku rol û rista hunermendan di hewldana yekitiya nîştimanî de pir girîng e.

Hunermend û rewşenbîrên Kurd beriya mehekê însiyatîfek li bajarê Koln ê Almanyayê bi hedefa piştevaniya kedên ji bo lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanê û yekitiya neteweyî ya kurdî, dabû destpêkirin.

fr

ANHA


Mijarên Din