Hunermend MizgînTahir a ku ji bo piştgiriyê berxwedana Rojava û koçberên Girê Spî û Serêkaniyê hatiye Rojava bi dirûşmeya Çand û Huner ji bo berxwedan û israrê ne" konsertek da.
Konsert ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên civaka sivîl, ciwanên şoreşger, şervanên YPG û YPJ‘ê hunermend û rewşenbîr, partiyên siyasî û şêniyên Serêkaniyê amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê hunermend Mizgîn Tahir gelek stranên li ser berxwedana gelê Kurd gotin.
Piştre koma Botan a girêdayî navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo stranên şoreşgerê girêdayî şehîdan, berxwedana Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê gotin.
Konsert di nava çepik dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.
ANHA