​​​​​​​‘Hunermend Mizgîn dengê Kurd ê resen e û wêneya jina azad e‘

Hunermend Nesrîn Botan, têkoşer Mizgîn bi bîr anî û got: "Di kesayeta têkoşer Mizgîn de wêneya jina Kurdistanî ya azad diyar dibe. Têkoşer Mizgîn a xwedî xusûsên jina şoreşger a ku bi deng û hunera xwe cihê xwe di dilê milyonan de çêkir û bû pirek ji bo hunera Kurdî ya resen."

11‘ê Gulanê salvegera 28‘an şehadeta têkoşer Gurbet Aydin (Mizgîn) e, ya ku sala 1992‘yan di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de li çiyayê Kurdistanê şehîd bû.

MIZGÎN KÎ YE?

Gurbet Aydin anku Mizgîn sala 1962‘yan li Bileyder ê girêdayî bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê çavê xwe li dine vedike, ku çiruska şoreaş azadiya Kurdistanê lê destpê kir. Bi rêya fermandarê Mahsûm Qorqemaz (Egîd) tevgera rizgariya Kurdistanê dinase.

Gurbet tevî çend hevalên xwe li Batmanê tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe, diçe Akademiya Masûm Qurqumaz a li Lubnanê. Li wir bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike, her wiha beşdarî perwerdeya îdeolojî û leşkerî dibe.

HUNERMEND Û ŞERKER

Têkoşer Gurbet sala 1983‘yan de li Ewropayê beşdarî çalakiyên rêxistinî dibe, li kêleka wê xebatên pêşxistina çand û hunerê dimeşîne. Di nava "Hunerkom" de cih dike û dibe yek ji damezrînerên komê, piştre bi navê  "Hozan Mizgîn" tê naskirin.

Her wiha Mizgîn di damezirandina "Koma Berxwedan" a Mûzîkê de cih digire, ku stasyoneke hunerî û şoreşgerî girîng e.

Di sala 1990‘î de Mizgîn diçe çiyayê Kurdistanê û li wir erka fermandariya eyaleta Gerzanê digire. Li rex hunera şer pêş xist. Piştre diçe Tetewanê ya Bakurê Kurdistanê, di destekê çek û destekî tembûr de xebatên xwe dewam kir. Minzgîn di 11‘ê Gulana 1992‘yan de di şerê li hemberî artêşa Tirk  de gihişt asta şehadetê.

‘MIZGÎN: DENGÊ RESEN Ê HUNERA KURDÎ YE‘

Bi wesîleya salvegera 28‘an a şehadeta Mizgîn, Hevseroka Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê Nesrîn Botan ji ANHA‘yê re axivî.

Nesrîn di destpêka axaftina xwe de şehîd Mizgîn û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got, Mizgîn xwedê xisûsên jina şoreşger di nava tevgera jinên Kurdistanî de, di heman demê de bi huner lehengiya xwe bû çavkaniya îlhamê ji bo aşiqên azadiyê, dizanî çawa bikeve dilê milyonan, bi zanebûn, hêza hevgirtina di navbera bedewabûna exlaq, huner û giyanê şoreşgerî de.

Nesrîn Botan, dengê şehîd Mizgîn bi "Dengê resen ê hunera kurdî yê bi hestê şoreşgerî dagirtî ye" bi nav kir û  ev tişt anî ziman: "Têkoşer Mizgîn xwedî dengekî zêrîn e, şîrovekirina wê ne bi hewcedarê delîlan e, bi hev re gelek bahre pêk dianîn, wekî hunermend têkoşer û şoreşger her tim ji bo azadiya jinê têkdikoşiye."

Nesrîn her wiha destnîşan kir ku şehîd Mizgîn ne tenê bi stranên xwe, di heman demê de bi giyanê xwe yê welatparêzî, têkoşîna xwe ya şoreşger, îradeya xwe ya azad û îsrara xwe ya parastina jinê ji aliyê gel ve hate hezkirin, şehîd Mizgîn wêneya jina azad a Kurdistanê nîşan da, banga hevgirtiniê li jinên cîhanê bi taybet jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikir.

Di berdewama axaftina xwe de Nesrîn bi bîr xist ku Mizgîn bi dengê xwe yê zêrîn bandor li gelê Kurd û hevrên xwe kir, gelek hunermend şehîd Mizgîn ji xwe re kirine sembol û wiha anî ziman: "Gelek hunermend hene lê bandora wan di civakê de nîne, lê şehîd Mizgîn xwedî bandoreke mezin li civakê bû."

Hevseroka Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê Nesrîn Botan di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîd Mizgîn û xeta têkoşîna hunerî da û got: "Mizgîn bû pirek ji bo hunera Kurdî ya resen, mînaka jina têkoşer a azad e, a ku teslîmkarî û serîtewandina ji kevneşopiyên paşverû û zihniyeta desthilatdar a ku bi hezaran jinên cîhanê bend kiriye, red kir."

Ji bo bîranîna şehîd Mizgîn, hunermendê şehîd hozan Serhed strana "Mizgîna Leheng" û hunermend Hesen Şerîf strana "Mizgîn Ey Şehîd" çêkirine. Di salvgera şehadetê de bîranîn tê lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din