Hunermend Hafizê Kor jiyana xwe ji dest da

Doh li navçeya Sirûc a Bakurê Kurdistanê hunermendê gelêrî Hafizê  Kor ku ji Kobanê ye (80) çû ser dilovaniya xwe.  

Hunermendê gelêrî Ebduqadir Hesen ê bi navê Hafizê  Kor tê naskirin duh li navçeya Sirûcê, çû ser dilovaniya xwe.

Hunermend Hafizê  Kor li taxa Kaniya Kurdan a ji bajarê Kobanê  di sala 1940`î de jidayik bûye û her ji herdu çavên xwe kor e. Hafizê  Bi gelek hunermendên kurd yê kevnar re weke Baqî Xido, Mihemed Doman û Mişo Bikabor re xebitî ye.

Li gorî tê gotin ku Ebdulqadir Elî bi eslê xwe ji Yemen e. Bavê wî koçî Tirkiyê kiriye û piştre  jî derbasî Kobanê bûye.

Ebduqadir bi strana xwe yên gelerî (Eman berin esker berin ) navdar bû, her wiha gelek stran, çîrokên gelêrî weke (Derwêşê Evdî – Siyamend û Xecê, Hisên Bek Zelî û Dilo) weke stran digot

Hafizê  Kor di salên xwe yên dawîn de li navçeya Sirûc a Bakurê Kurdistnê  jiyana xwe dewam kir. Piştî jiyana xwe ji dest da, li gundê Ziyaret ê rojhilatê Sirûcê hate veşartin.

ANHA


Mijarên Din