Hunermend Bengîn li Kobanê konserek da

Hunermend Hikmet Cemîl (Bengîn) bi beşdarbûna bi sedan kesî konserek li bajarê Kobanê da.

Konser  li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê ji aliyê Tevgera Mazopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk a  herêma Firatê ve hate organîzekirin.

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li qadê amade bûn. Qad bi alên YPG û YPJ`ê hate xemilandin.

Hunermend Bengîn bi stranên şoreşgerî li Efrînê û şoreşa gelê Kurd gel coşand.

konser gelek saet dirêj kir. Beşdaran jî li ber stranan sloganên silavkirina berxwedana gelê Efrînê berz kirin û govend gereandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din