Huda El-Nedas: Nameya Ocalan watedar e û nameya hezkirinê ye

Endama Buroya Jinan a Desteya Neteweyî ya Erebî Huda El-Nedas diyar kir ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan nirxek mezin a sepandina têkiliyên hezkirin û aştiyê ye.

Ajansa me li ser naveroka nameya dawî a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12’ê Tebaxa vê mehê de ji êlên Ereb re şandiye, hevpeyvînek li gel endama Buroya Jinan a Desteya Neteweyî ya Erebî Huda El-Nedas, çêkir.

Rêber Ocalan di nameya xwe de gotibû: “Şer ne çareserî ye. Tirkiye dê ziyanên mezintir bibine. Her wiha gelê bi hev re jiyan dike jî dê zirarê bibîne. Divê aştî pêk were. Şer ne çare ye. Heke Tirkiye kete xaka Sûriyê, dê ev jê re nebe çare. A rast, şer ji gelan re ne baş e. Ez li Sûriyê 20 salan mam. Gelê wê baş dinasim. Her wiha jî êlên Ereb yên li wir jî baş nasdikim. Têkiliya min bi wan re hebû. Silavên min ji êlên Ereb û gelê wir re bişînin. Divê pirsgirêk bi rêya demokrasiyê çareser bibe. Ji ber ku şer çareseriyan bi xwe re nayîne."

Endama Buroya Jinan a Desteya Neteweyî ya Erebî Huda El-Nedas got: “Nameya ku Ocalan ji êlên Ereb re rêkiriye ji me re nirxekî mezin e. Ev name ne nû ye. Lê belê ji bo sepandina têkiliyên kevn ên dîrokî hatine jiyîn.”

Huda destnîşan kir ku Rêber Ocalan êlên Ereb baş nasdike û wiha got: “Têkiliyên xwe yên hezkirinê hebûn. Armanca şandina vê nameyê jî zêdekirina hezkirin û geşkirina têkiliyên biratiyê ye."

Huda diyar kir ku naveroka nameyên Rêber Ocalan ên di hevdîtinên dawîn de îşaretê pê dike ku êrîşên di destpêka şoreşê de li ser gel çêbûne, ti ferq û cudatî nexist di navbera pêkhateyên herêmê de.

Huda El-Nedas got: "Divê tevahî gelê Sûriyê li hember kesên ku dixwazin fîtne û tevliheviyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji kevin ve bi hev re dijîn derbixin, bisekinin. Tevahî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca tevliheviya ewlehî û aramiya li herêmên me ne.”

Huda di dirêjahiya axaftina xwe de bal kişand ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêşketina jinên Sûriyê û wiha pê de çû: "Jinên Sûriyê  bi saya fikirê Rêbertî pêşketin. Rola sereke û aktîv di şoreşa Rojava de lîstin û ji hemû jinên cîhanê re bûn nimûne.”

Endama Buroya Jinan a Desteya Neteweyî ya Erebî Huda El-Nedas gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em pergala xwe li gor projeya Netewa Demokratîk û biratiya gelan a li ser esasê fikrê Abdullah Ocalan, dimeşînin.”

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din