Hûsiyan êrîşên li dijî Erebistana Siûdî rawestandin

Duh serokê Meclisa Siyasî ya Bilind a Hûsiyan Mihdî Mişat ragihand ku komên wan ên ku  destekê ji Îranê werdigirin, êrîşên li ser Erebistana Siûdiyê rawestandine.

Bi boneya 5`emîn salvegera serweriya Hûsiyan li paytexta Yemenê Sanayê re Mehdî Mişat daxuyaniyek da û got: "Em êrîşên bi firoke, moşekên balîstîk û bi hemû awayan ên li ser Erebistana Siûdiyê radiwestînin."  

Mihdî wiha axaftina xwe dewam kir: “Em bendewarê bersiveke wiha ne, yan jî jê baştir da ku em parastina xaka Yemenê bikin û heke bersiva vê însiyatîfê nehat, em parastina xwe bikin.”

Mişat bang li dewletên Koalîsyona Erebî kir ku Riyad serkêşiya wan dike û wiha got: “Dorpêça li ser balafirgeha navdewletî rakin, her wiha rê li pêşiya keştiyên ber bi bendara El-Hudaydayê ve diçin, vekin.”

Piştî çend rojan ji êrîşên ku Hûsiyan girtin ser xwe, her wiha bi moşek û firokeyan li dijî bîrên petrolê yên li Beqîq û Xerîs ên li rojhilatê Siûdiyê êrîş pêk anîn, Hûsiyan banga agirbestê kir.

DYA`yê ragihandibû ku nîşaneyên êrîşên ji Yemenê tune ne û der barê vê yekê de Îran tawanbar e. Di heman demê de Tehranê beşdariya xwe ji êrîşên dawîn re red kir.

(eh)


Mijarên Din