Hûsiyan êrîşî baregeha Qral Xalid kir

Komên Ensarellah El-Hûsî dîsa bi firokeyên bêpîlot êrîşî baregeha asmanî ya Qral Xalid a li Xemîs Mişêt kir, di heman demê de Koalîsyona Erebî got wan firoke rûxandin.

Kanala El-Mesîra ya komên Ensarellah El-Hûsî li ser zimanê berdevkê hêzên çekdar Yehya Serî got: "Îro bi firokeyên K2 êrîşî baregeha asmanî ya Qral Xalid a li Xemîs Mişêt kirin."

Li gorî kanalê, êrîşî sîstema peywendiyên leşkerî û cihên balafiran şer kirine hedef û ev êrîş wek berisva 40 êrîşên hewayî yên ku di 12 saetên dawîn de pêk hatine, bi nav kir.

Berdevkê hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malikî jî got hêzên kaolîsyonê firokeya milîsên Hûsiyan ku ji Sena ber bi Xemîs Mişêt ve berdan, rûxandin.

Hêzên Hûsiyan bi domdarî bi firokeyan êrîş dikin û balafirgehên hundirê Erebistana Siûdî, nexasim ên Cîzan û Ebha dikin armanc.

(eh)


Mijarên Din