Hûsiyan êrîşî Aramcoyê kir

Îro firokeyan 2 kargehên şîrketa Aramco yên li Beqîqê kirin armanc û agir bi wan ket. Hûsiyan êrîşa her du kargehan girte ser xwe.

Berdevkê Ewlekariya Wezareta Karên Hundir a Erebistana Siûdî ragihand ku îro saet di 04.00`an de agir bi 2 kargehên şîrketa Aramco yên li parêzgeha Beqîq û Hecret Xerîs ket. Şewatê ji ber armancgirtina firokeyên drone rû da.

Tora Erebiye diyar kir ku hêzên ewlekariyê hewl didin agir vemirînin.

Di heman demê de berdevkê Hûsiyan ji kanala El-Mesîra re eşkere kir ku komên Hûsiyan bi vê bûyerê rabûne û 2 kargehên şîrketa Aramco ya li Erebistana Siûdî yên li herêmê rojhilat kirin armanc.

Berdevê Hûsiyan got bi dehan firokeyan rafîneriyên li Beqîq û Xerîs ên li rojhilatê Erebistana Siûdiyê kirin armanc.

(eh)


Mijarên Din