Hûsiyan ragihand ku torana leşkerî ya artêşa Yemenê hate hedefgirtin

Koma Ensarllah Hûsî ya Yemenê ragihand ku toraneke leşkerî ya artêşa Yemenê li baregeha El-Celaa li Uden başûrê Yemenê bi balafireke bêpîlot û moşeka Balîst hate hedefgirtin, dehan kuştî û birîndar çêbûn.

Ensarllah Hûsî ya Yemenê got balafireke bêpîlot û moşeka Ballîst baregeha El-Celaa kirin hedefa xwe.

Toreya El-Mesîra  ya Hûsiyan li ser zimanê berdevkê hêzên çekdar ragihand ku : "Torana  leşkerî ku li Uden hate hedefgirtin, ji bo çûyîna ber bi cihên artêşê û komîteyên gelêrî li parêzgeha El-Dali û Teez dihat amadekirin."

Çavkaniyên ewlehî û tenduristiyê ji AFP`ê re ragihand ku 3 polîs hatin kuştin û 20 kes di nav de endamên polîsan di êrîşa li başûrê Yemenê birîndar bû.

Ajansa Sputinîkê got di êrîşê de dehan kuştî û birîndar hene, her wiha destnîşan kir ku di nav qûrbaniyên êrîşê de, fermandarê hêzên piştgiriyê li Udenê Mûnîr El-Yafî heye.

(jo)


Mijarên Din